Li Xezeyê ji sibê ve herî kêm 48 kes jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser Xezeyê bênavber didomin. Di êrîşên hewayî yên ji sibeha Yekşemê ve tên kirin de herî kêm 48 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên bijîşkî daxuyandin ku ji wan 32 jê li bajarê Xezeyê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî El Cezîreyê ragihand ku avahiyek nêzîkî wargeheke ku bi sedan malbatên koçber lê diman a li herêma Tel el-Hawa ya rojavayê bajêr êrîş pêk hat û bû sedema kuştin û birîndarbûna gelek kesan. Êrîşeke din a li ser malek li rojavayê Xezeyê herî 4 kes jiyan xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku ji ber parçeyên şarapnel û bermahiyên teqînê ketine nav kampê, gelek kes mirin an jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa Îsraîlê fermana valakirina du avahiyên mezin li taxa el-Rîmal a li başûrê Xezeyê weşand. Li gorî agahiyan, gelek sivîl ber bi herêma el-Mewassî ya nêzîkî Xan Yûnisê ku wekî "herêmeke ewle" hatiye ragihandin lê bi rêkûpêk tê hedefgirtin ve hatin beralîkirin.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, kesên di êrîşên Îsraîlê yên ku di Cotmeha 2023’an de dest pê kirine gihîştiye 64 hezar û 871 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 164 hezar û 610 kesan. Tenê di 24 saetên dawî de cenazeyên 68 kesan û 346 birîndaran anîne nexweşxaneyan.

Wezaretê ragihand ku ji vekirina noqteyên belavkirina alîkariyê yên ku ji hêla Emerîka û Îsraîlê ve têne piştgirî kirin, herî kêm 2 hezar û 494 kes jiyana xwe ji dest dane û 18 hezar û 135 kes jî birîndar bûne.